Çeteyên Firqet El-Hemzar ew revandin û bi qasî 40 rojî li navenda navçeya Bilbilê li gel çeteyan ma. Çeteyan li dijî Sefqan êşkenceya canî û pskolojî pêk anî.

Piştî çeteyan gelek êşkence li Sefqan kirin, rê danê bi malbatê re biaxive da ku pereyan beranberî berda wan bixwaze. Çeteyan ji malbatê 200 hezar dolarên Amrîkî beranberî berdana wî xwestin. Çeteyan gefa ku dê Sefqan bikujin li malbatê dixwarin.Dema çeteyan nas kirin ku malbat xizane û nikare ewqas pere bidin, pere daxistin 12 hezar dolar.

Malbat neçar ma ku pereyan ji nava xizmên xwe berhev bikin. Dema pere amade bûn, malbatê berê xwe dan gundê Gurzêlê ya navçeya Şêrea û li wir hiştin ku Sefqan bi meşê derkeve û berê xwe bide herêma Şehbayê. Sefqan dema li gel çeteyan bû, rastî êşkenceyek hovane hat.

Niha û piştî ewqas miqdar pere hate dayîn, Sefqan rizgar bû û li heêrma Şehbayê bi malbata xwe re jiyan dike.

Sefqan derbarê mijarê de got ku çeteyan êşkenceyek hovane li wan kirye û ev tişt anî ziman: “Çeteyên Firqeya Hemzat ez birim navçeya Bilibiê û li wir hemû cûreyên êşkenceyê li dijî min bikar anîn. Dest û lingê min bi zincîran girêdan û ez demek dirêj dadilqandimn. Her du rojan parçeyek biçûk xwarin û qedehek av didan min. ”

Sefqan her wiha da zanîn ku dema ew bi meşê hate gundê Gorzêlê gelek cenaze di rê de dîtin û ev tişt anî ziman: “Ev cenaze yên sivîlan bûne. Artêşa Tirk  û çeteyên wan ew tesfiye kiribûn.”

Sefqan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû  şêniyên Efrînê yên li Şehbayê û deverên din dimîn in kir ku xwe ji Artêşa Tirk û çeteyên wê biparêzin û di vê rewşa xeter de veneger in Efrînê.”

        

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ