Êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê li ser herêma Efrîn didomin

EFRÎN- Êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser gundên herêma Efrînê didome. Şervanên YPG/YPJ` jî bersiv didin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh bi şev, gundên Burc Silêman û Basûfan ên girêdayî navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê bi çekên doçka û hawanan topbaran kirin, di encamê de, ziyanên madî gihîştin mal û milkên welatiyan.

Komên çete û arêtşa Tirk a dagirker ji beriya du salan ve gundên girêdayî kantona Efrînê û kantona Şehbayê topbaran dikin, bi dehan sivîl bûne qurbaniyên êrîşên wan.

Çeteyan her wiha gundê Til Bextiya û Til Beha yên girêdayî herêma Cindirsê topbaran kirin.

Bi destpêka Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqayê re, artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wan êrîşên xwe yên li ser herêmê zêdetir kirin û destekdayîna xwe ya çeteyên DAIŞ‘ê carek din tekez dike.

Çeteyan ji gundewarên Idlibê û bakurê Helebê, wekî bajarê Ezazê bê ser û ber êrîş dikin.

Şervanên YPG/YPJ‘ê jî di çarçoveya mafê parastina rewa de, bersiva êrîşên çeteyan didin.

Di heman êrîşan de, 4 balafirên keşfê yên artêaş Tirk li ser gundên girêdayî herêma Raco û navçeya Bilbilê geriyan.

Li gorî çavdêriyan, êrîşên li ser herêmê bi dema hilbijartinan re zêde bûye.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …