Êrîşên dagirkeriya Tirk bûn sedema têkçûna aboriya Efrînê

Di van çend salên dawîn de beriya dagirkirinê, li Efrînê gelek pêşketin di warên hilberîn û xwetêrkirinê de ji madeyan û derxistina miqdara zêde ji herêmên Sûriyê re hatin bidestxistin. Lê piştî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê binesaziya aboriya Efrînê têk çû.

Şêniyên Efrînê debara xwe bi du jêderan peyda dikin; di radeya yekemîn de çandinî û di radeya duyemîn de xwedîkirina sewalan.

Dema aloziya Sûriyê digihîje bajarê Heleb û gundewarên wê, bi hezaran gelê Sûriyê ji tevahiya herêman bi taybet bajarê Helebê, berê xwe da kantona Efrînê, ji ber ku herêma herî ewle bû. Di nav de jî bazirganên xwedî tecrubeyên pratîk hebûn. Ew bazirgan di warên hilberîn û pîşeyê de hîmên sereke bûn.

Ji ber wê Efrîn ji aliyê çandinî, bazirganî û pîşeyê ve geş bû û tevgera anîn û derxistina hilberînan ji sabûn û cilan ji dewletên cîranên Sûriyê wekî Urdun, Iraq û dewletên Kendava Erebî re dest pê kir.

Kantona Efrînê di van salên dawîn de gelek destkeftî bi dest xistin û gelek projeyên aborî xwedî hilberînek zêde, pêk anîn. Projeyên ku li Efrînê hatin pêşxistin ev in: Avakirina 18 kargehên bêrînê, lêçûna avakirina her yekê gihaşt milyarek û 200 milyon lîreyên Sûriyê. 24 kargehên çêkirina sabûnê, hilberîna her kargehekê di navbera 12 heya 15 ton sabûn de bû. Hejmara werşeyên cilan ên mezin û biçûk gihaşt 800 werşeyan, di nav de 3 kargehên mezin ku di tevahiya pêvajoyên çêkirina cilan de dixebitin. Lêçûna her kargehekê gihşat derdora milyarek û 500 lîreyên Sûriyê.

Tevî wê jî li bajarê Efrînê, gund û navçeyên wê de 250 kargehên guvaştina zeytûnan hebûn. Lêçûna her kargehekê 60 milyon lîreyên Sûriyê bû. 137 dikanên veguhestina pereyan, 40 dikanên zêr, 4 aş; lêçûna her aşekê gihaşt 800 milyon lîreyên Sûriyê û 3 kargehên çêkirina konserweyan.

Ji aliyê çandiniyê ve, di kantona Efrînê de 18 milyon darên zeytûnê hene. Hilberîna wan daran ji zeytê 270 hezar ton e. Her wiha milyonek darên fêkiyan hene, hilberîna genim di salê de digihaşt 40 hezar tonan.

Êrîşên dagirkeriya Tirk aboriya Efrînê hilweşand

Di 20`ê Çileya 2018`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tevahiya cureyên çekên pêşketî û qedexekirî êrîşî Efrînê kir. Di encamê de bi sedan şêniyan jiyana xwe ji dest da û neçar man berê xwe bidin kantona Şehbayê.

Her wiha di êrîşan de binesaziya Efrînê ya aborî ji tevahiya aliyan ve zirar dît, kargeh rawestîn û rastî topbaran û talankirinê hatin.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Aborî ya Efrînê Heysem Melea axivî û destnîşan kir ku di encama êrîşan de binesaziya aboriya Efrînê gelek zirar dîtiye. Heysem Mele di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku Efrîn di nav çend salên dawîn de ji aliyê aborî ve gelekî bi pêş ketibû û ji ber ku ji herêmên herî ewle bû, gelek projeyên jîndarî lê pêk hatin û wiha domand: “Bazirgan û pîşekeran bi tecrubeyên xwe li rex şêniyên Efrînê aboriya kantonê geş kir.”

Heysem Mele destnîşan kir ku di encama pêşketina aboriya Efrînê û avakirina projeyên jîndar de, rêjeya bêkariyê gelekî kêm bûbû û gihaştibû ji sedî 10’an.

Heysem Mele wiha berdewam kir: “Bi destpêkirina êrîşan re rewşa Efrînê gelekî hate guhertin. Balafirên artêşa Tirk tevahiya cihên jîndar di kantonê de kirin hedef. Ji bingeha 18 kargehên bêrînê tenê 3 mane. Piraniya wan bi temamî wêran bûne û alavên kargehên din jî ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatin talankirin. Tevî wê jî alavên 250 kargehên zeytûnê, werşeyên dirûnê û sabûnê jî hatin dizîn.”

Di nav axaftina xwe de Heysem Mele bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker Bendava Meydankê ya ku ava vexwarinê û avdanê dida gelek herêmên Efrînê, kir hedef û bi hezaran dar hilkirin û şewitandin.

Heysem xisarên şêniyên Efrînê di tevahiya waran de di navbera 80 heya 100 milyon euro hesab kir.

Endamê Komîteya Aborî ya Efrînê Heysem Mele wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn cihên jîndar kirin hedef da ku aboriya kantonê hilweşîne. Armanca duyemîn jî, dewleta Tirk bi hedefgirtina wan cihan xwest vîna gel bişikîne. Ruxmî ku gelek zirar gihand aboriya Efrînê, lê nikarî vîna gelê wê mîna ku armanc dikir, bişikîne.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …