Êrîşên çeteyan ên li ser Efrînê didome

 

EFRÎN – Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser gundên li ser sînorê Efrînê didomîne.

Çavkaniyekî leşkerî yê YPG‘ê ragihand ku şervanên wan duh tevgera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker a li derdora gundê Merenaz ê navçeya Şera şopand û bi çekên sivik ew hedef girtin. Çavkaniyê diyar kir ku çete neçar man birevin. Derbarê ziyanên ku gihaştin çeteyan agahî nehatin zanîn.

Hate ragihandin ku çeteyan 4 topên hawnê avêtin gundê Basûfanê û bi çekaya doçkayê êrîşî girê başûrê navçeya Şêrawa kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn.

Ji vê sibehê ve li herêmê bêdengî serwer e.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …