Êrîşên bi armanca qirkirinê didome, bi hezaran sivîlên Efrînê berê xwe didin Şehbayê

EFRÎN– Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navenda bajarê Efrînê bi dijwarî didome. Ji ber topbaran bi hezaran sivîl ji bajar derdikevin û xwe li herêma Şehbayê digirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi armanca qirkirinê yên li ser bajarê Efrînê di roja 57`an de bi dijwarî didome. Ji ber êrîşan bi hezaran sivîl ber bi herêma Şehbayê ve diçin. Artêşa dagirker vê sibehê komkujiyeke din derheqê sivîlan pêk anî.

Artêşa dagirker sivîlên ku dixwastin ber bi Şehbayê ve derkevin, topbaran kir. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn.

Lê heta niha jî bi sed hezaran sivîl di nava bajarê Efrînê de mane.

Artêşa Tirk a dagirker duh jî gelek komkujî li Efrînê pêk anî û di encamê de 47 sivîl şehîd bûn û gelek birîndar bûn.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …