EFRIN – Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de Girê Kevirê Ker ê girêdayî Raco bombebaran dike û êrîşa dagirkeriya Tirk li ser gundê Hemamê têk çû.
Artêşa Tirk a dagirker tevî bombebarana dijwar hewl da di aliyê gundê Hemamê yê girîdayî herêma Cindirêsê de bi pêşve were, şervanên QSD`ê bersivên tûnd dan û leşkerên dagirker neçar man ku bi paş de birivin.