Êrîşa dagirkeran li ser gundê Serinckê hate şikandin

 EFRÎN – Şervana YPJ`ê Viyan Tolhildan diyar kir ku wan êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser Serinckê yê girêdayî navçeya Meydankê têk birin û di encamê de bi dehan leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

EFRIN-HEWILDANEN-CETEYAN-HATIN-SIKANDIN (2)

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saet 06:00`an de êrîşî gundê Serinckê kirin. Şervanên YPG û YPJ`ê bersiv dan û êrîşên wan vala hate derxistin.

Şervana YPJ`ê Viyan Tolhildan ku yek ji şervanên ku cihê xwe di têkbirina  êrîşên dagirkeran de girtibûn, diyar kir ku derdora 200 leşker Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Serinckê kirin.

Tolhildan  her wiha  got ku artêşa dagirker bi balafiran û topavêjan jî êrîşî gund kirin.

Viyan tekez kir ku wan ji sê aliyan ve hêzên dagirker xistin kemînê û di encamê de bi dehan leşker û çete hatin kuştin.

Viyan  anî ziman ku şer derdora 5 saetan dewam kir û herî dawî hêzên dagirker ji qada şer reviyan.

Şevana YPJ`ê di dawiya axaftina xwe de got ew ê  biserkevin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …