Êrîşa dagirkeran hate şikandin, şerên giran dewam dikin

 EFRÎN –  Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Bilîlka û Şêxruzê kirin, şervanên QSD`ê êrîşa wan têk birin û li herêmê şer bi dijwarî dewam dike.

Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê bi hejmareke mezin êrîşî gundê Bilîlka yê Raco û Şêxruzê yê Bilbilê kirin. Şervanên QSD`ê yekser bersiv dan û êrîşa dagirkeran şikandin. Li herêmê şerekî dijwar dewam dike.

Li gundê Elî Kera yê Bilbilê jî şervanên QSD`ê tireksa dagirkeran dema hewl dida rê vebike, rûxandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …