Êrîşa çeteyan a li ser Efrînê didome, 10 top li gundê Başemrê ketin

EFRÎN –Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 10 topên hawanan avêtin gundê Başemrê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê.  Li gundê Basûfanê jî di navbera şervanên YPG`ê û komên çete de şer derkete.

Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku çeteyên girêdayî Artêşa Tirk a dagirker şevê din bi awayekî bê ser û ber gule li ser gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera barandin. Şervanên YPG/YPJ’ê jî bersiva êrîçşan da û şer derket.

Li aliyê din jî çeteyên Artêşa Tirk a dagirker a gumdê Başemrê ya navçeya Şêrawa jî 10 topên hawanê bi ser gundê Başemrê ya navçeya Şêrawa barandin. Di encamê de gelek ziyanên madî di mal û milkên welatiyan de, her wiha di zeviyên welatiyan de çêbûne.

Şervanên YPG/YPJ’ê jî tevgera çeteyên Artêşa Tirk a li nêzî gundê Basûfanê şopandin. Şervanan li vir cihê kombûna çeteyan hedev girtin û di encamê de şer derket.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …