Home / Nûçe / Erdoganê ku xwe wekîʺParizvanê Ola Îslamêʺnîşan dide, mizgeftan topbaran dike

Erdoganê ku xwe wekîʺParizvanê Ola Îslamêʺnîşan dide, mizgeftan topbaran dike

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker careke din mizgefta Selaheldîn Eyûb a herêma Cindirêsê topbaran kir.

Topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî mizgeft û malên sivîlan ên Efrînê dewam dike.

Artêşa dagirker di 29`ê çil de Mizgefta Selahedîn Eyûb a navenda herêma Cindirêsê topbaran kir û di encamê de zerareke mezin gihîşt mizgeftê.

Di van kêliyan de careke din artêşa dagirker Mizgefta Seladedîn Eyûb topbaran kir.

Erdoganê ku her tim xwe wekî parizvanê Ola Îslamê nîşan dide, lê bi hedefgirtina mizgeftan û malên sivîlan rastiya wî nîşan dide.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Di Pişt Sînor De Ava Jiyanê Veşartîbû

Bîranîna şehîd Zîn Kobanê Di nava rojê giştî de ez li benda kêliyeke bêdeng û …