EFRÎN – Di encama êrîşa bi top û balafiran a dagirkeriya Tirk li ser navenda bajarê Efrînê de, malbateke ji 11 kesan pêk tê hat hedefgirtin. Di encamê de 2 zarok şehîd bûn û endamên din ên malbatê jî birîndar bûne.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Avirîn a bajarê Efrînê.
Topbarana li ser navenda bajar didome.