Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Ên Li Ser Heremê Di 29’Ê Mijdara 2022’An De

Êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ku jiyana zêdetir ji pênc milyon kes ji xelkê xwecihî û bi sed hezaran koçberên navçeyên din ên Sûriyê dike armanc berdewamin, ev êrîş derbasî roja xwe a 10 mîn bû û ziyanên mezin gihand zevî û malên welatiyan, û binesaziya heremê jî xist xeteriyê.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 28ê Mijdarê û herwiha encamên roja 29ê Mijdarê ev in:

28ê Mijdarê;

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundê Gozeliyê 6 caran bi obusan hat topbaran kirin. Di encam de di malên gundiyan de zirarên madî çêbûn.

Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Cîşan, Ziyaret, Zormexar, Çarixlî, bajaroka Şiyux, Kaniya Kurdan û Girê Miştenûr 5 caran bi hawanan, 2 caran jî bi obusan hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Silîbî, Qizelî, Cedîda, Mealîk û Seyda bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Minbic;

Gundê Ewn Dadat û Girê Hemam 2 caran bi obusan, 2 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.

29ê Mijdarê;

Herêma Efrînê;

Gundên Meyasê, Bêne, Soxanekê, Malikiyê, Şewarqa, Tinnib, Tatmaraş, Merenaz, Elqamiyê, Îrşadiyê, Zîwan, Eyn Deqnê, Bêlluniyê, Şêx Îsa,Kiştîarê, Seddê Şehba û bajaroka Til Rifatê 63 caran bi obusan, 11 caran bi hawanan, 2 caran jî bi tankan topbaran kirin. Di encama van êrişan de li Soxanekê 2 sivîl birîndar bûn.

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Gozeliyê, Um El Kêf, Tewila û Til Leben bi hawan û tankan hatin topbaran kirin.

Çeteyên dagirker li gundê Debsa ya ku li rojavayê bajaroka Til Temirê ye, kom bûn û hewldanê êrişê heremên me kirin. Ev hewldanê çeteyên dagirker ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ve hat têk birin. Di encam de 2 çete birîndar bûn.

Zirgan;

Gundên Bobî, El Esediyê û Mihermela 60 caran bi hawanan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Çarixlî, Zormexar, Xerab Eto, Ziyaret, Xirbîsan, Goran û bajaroka Şiyux 5 caran bi hawanan, 12 caran bi obusan û carek jî bi tankan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Cedîda, Erîda, Qizelî, Xirbet Nefîx, Ebû Sira, Îbrahîm Kurdo, Dibis û Zenûbya bi obus, hawan û tankan hatin topbaran kirin.

Minbic;

Gundên Hoşeriyê, Ewn Dadat û Mihesinlî 2 caran bi hawanan, carek jî bi obusan hatin topbaran kirin.

Tirwaziyê;

Bejahiya bajaroka El Ewêmir 2 caran bi obusan hat topbaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
30’ê Mijdar 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …