Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Ên Li Ser Heremê Di 05’Ê Kanûna 2022’An De

Top û tankên dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn bombebaran dikin, di bombebaranê de mal û erdên çandiniyê ên sivîlan dibe armanc, li Zirgan, Şehba û Kobanê topxaneya dagirkeriya Tirk malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê kir komek ji axê,  Kameraya rojnamevan û çalakvanan sûcê dewleta Tirk li dijî herêmê û niştecihên wê belge kirin.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 04 Kanûnê û herwiha encamên roja 05ê Kanûnê ev in:

4ê Kanûnê

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Til Leben, Gozeliye û saumayên Um El Kêf bi obus û hawanan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Zirgan;

Gundên Bobî, Dada Ebdal, Mihermela û bajaroka Zirganê 31 caran bi hawanan hatin topbaran kirin û bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Herêma Firatê;

Girê Sipî;

Gundên Kor Hesen, Bîr Kîno, Erîda û Sileybî 2 caran bi obusan, 4 caran bi hawanan hatin topbaran kirin û bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Eyn Îsa;

Rojhilatê bajarok bi doçka û bombeavêjan hatin gullebaran kirin.

5ê Kanûnê

Herêma Efrînê;

Gundên Şêx Hîlal, Hirbil, Samuqa, Minnix, Şêx Îsa, Kefer Naya, Seddê Şehba, Kefer Garês, Bênê, Soxaneke, Aqibê, Meyasê, Şewarqa, Malikiye, Îrşadiye û bajaroka Til Rifatê 33 caran bi obusan, 30 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.

Balafirek keşfê gundê Eyn Deqnê bombebaran kir.

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Um El Kêf, Til Leben, Gozeliye, Şêx Elî û saumayên Um El Kêf bi obusan hatin topbaran kirin û bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Zormexar, Çarixlî, Koran, Xerbîsan, Cîşan, Xanê, Qeremox û bajaroka Şiyux bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Til Xan, Dibis, Ebû Sira, Kor Hesen, Seyda, Zenûbiya û rêya M4 2 caran bi obusan, 3 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.

Minbic;

Gundên Korheyuk û El Kawiklî 7 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

06 Kanûn 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …