Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Ên Li Ser Heremê Di 04’Ê Kanûna 2022’An De

Di roja panzdehemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdetirî 51 gund, mezra û navenda bajarokan rastî topbaran bi obus û tankan hatin û şervanên me hewldanek êrîşa bejahî a artêşa dagirker û çeteyên wê têk birin.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 03 Kanûnê û herwiha encamên roja 04ê Kanûnê ev in:

3ê Kanûnê

Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Koran, Ziyaret û Cişan 5 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Sileybî, Şorbenîsk, Qizelî û Seyda bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Tirwaziye;

Bejahiyên bajarokên Tirwaziye û El Kenterî 14 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

4ê Kanûnê

Herêma Efrînê;

Gundên Hirbil, Samuqa, Şêx Îsa, Aqibê, Bênê, Meyasê, Malikiye, Şewarqa, Îrşadiye, Soxaneke û seddê Şehba 23 caran bi obusan, 25 caran bi hawanan û 4 caran jî bi tankan hatin topbaran kirin.

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Um El Kêf, Gozeliye, Til Şenan, Til Cuma, Dirdara, Tewîla û Til Leben 33 caran bi obusan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Çeteyên dagirker hewldan ku ji milê saumayên Um El Kêf êriş bikin. Ev hewldanê wan hat têk birin.

Zirgan;

Gundên Esediye, Dada Ebdal, Bobî, Mihermila, Til El Werd, Rabîat û bajaroka Zirganê 30 caran bi obusan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Zormexar û Ziyaret 3 caran bi hawanan, carek jî bi obusan hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Hoşan, Til Xan û Seyda bi obus û hawanan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Eyn Îsa;

Gundê Siwêdiya 2 caran bi obusan hat topbaran kirin.

Minbic;

Gundên Ereb Hesen, Korheyuk, El Cat, Qeb El Binya, Hoşeriye, Qirt Wêran û Kawiklî 10 caran bi hawanan, 4 caran jî bi obusan hatin topbaran kirin.

Tirwaziye;
Bejahiyên bajarokê Um El Beramîl bi obusan hatin topbaran kirin û bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

05 Kanûn 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …