Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Ên Li Ser Heremê Di 03’Ê Kanûna 2022’An De

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kete roja xwe ya çardehemîn, Dagirkerî li ser herêma ji Dêrikê heta herêmên Şehbayê topbarana bi tankan û balafirên bêmirov berdewam dike û duh jî zêdetirî 46 gund hatin armanc girtin.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 02 Kanûnê û herwiha encamên roja 03ê Kanûnê ev in:

2ê Kanûnê;

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Um El Kêf û Gozeliye 5 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Zormexar, Çarixlî, Koran û bajaroka Şiyux carek bi obusan ve, 5 caran jî bi hawanan ve hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Kor Hesen, Bîr Kêtik, Silêybî, Evdokî, Şorbenîsk û Mealîk bi obus, hawan û tankan hatin topbaran kirin.

Minbic;

Gundên Um El Edesa û Ewn Dadat 5 caran bi hawanan hatin topbaran kirin.

Tirwaziye;

Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbaran kirin.

3ê Kanûnê;

Herêma Efrînê;

Gundên Bênê, Soxaneke, Meyasê, Tatmaraş, Merenaz, Şewarqa, Zîwan, Medîyûnê, Hirbilê, Samuqa, Til Madiq, Minnix, Eyn Deqnê, Bêlluniye, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifat 39 caran bi obusan, 20 caran bi hawanan hatin topbaran kirin.

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Til Leben, Til Tewil û Gozeliye bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Li gundê El Mûcîbira gulleyek ku di topbaranên berê de neteqiya bû îro di zarokan de teqiya. Di encam de 4 zarok birîndar bûn.

Amûdê;

Balafirê keşfê li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya seyareyek hêzên me kir hedef. Di encam de 2 şervanên me şehîd ketin

Zirgan,

Gundên Esediye, Bobî û Xidrawî 10 caran bi obusan hatin topbaran kirin. Herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Koran, Xirbîsan, Qeremox, Cîşan,  Zormexar û bajaroka Şiyux 12 caran bi hawanan, 11 caran jî bi obusan ve hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Seyda, Xalidiye, Dibis, Mealîk, Îbrahîm Kurdî, Ebû Neytona, Cedîda û rêya M4 bi hawanan hatin topbaran kirin.

Eyn Îsa;

Gundê El Siwêdê û derdora saumayên Şerkirak 8 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Minbic;

Gundên Korheyuk, Ewn Dadat, û Hoşeriye 5 caran bi hawanan, 2 caran jî bi obusan hatin topbaran kirin.

Tirwaziye;

Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

04 Kanûn 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …