Encamê Şer û Berxwedana Meha Cotmehê

 

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku îro pêşengtiya şerên berxwedanê li Rojhilata Navîn dike, li ser xaka Bakûrê Sûriyê li hember pêkhateyên terorî û dagirker bi serkeftinên girîng û dîrokî pêş dikeve. Berxwedêriya bêhempa ya hêzên me YPG’ê û YPJ’ê bûye rista diyarker a vî şerî.

Hêzên me bi çalakiyên xwe yên bi bandor derbên giran li hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê didin. Dagirkeran hêzên ewlehiya sînor ên Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Qamişlo û hemwelatiyên li heman deveran hedef digire û bi her awayî dagirkirinê pêk tîne. Li hember hemû van êrîşan weke hêzên parastina gelê xwe, bersivên pêwîst hatine dayîn.

Her wiha têkoşîna me ya li hember terora DAIŞ’ê  berdewam e.

Li hember şaneyên veşartî yên DAIŞ û MIT’ê yên ku li deverên cûda yên Rojavayê Kurdistanê de faalîyet dimeşînin, ji aliyê Yekîneyên Antî-Teror (YAT) û Tîmên Operasyona Leşkerî ve operasyon hatin li dar xistin. Operasyon bi serkeftî hatin meşandin, pêşî li gelek êrîşên terorî hatin girtin.

Encamên gelemperî yên têkoşîna me ya li dijî dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wê û çeteyên DAIŞ’ê ya di meha Cotmehê de wiha ye;

1. Di dirêjahiya meha Cotmehê de hêzên me li dijî dagirkeriya Tirk,  yekîneyên me li Efrînê 19 çalakî pêk anîne. Di encama çalakiyên sekvanî, kemîn, sabotaj û serdegirtin de;

– 3 jê leşker, bi giştî 42 endamên dagirkeriya Tirk hatin kuştin.

– 10 endamên çete birîndar bûn.

– 8 seyare hatin rûxandin.

2. Artêşa Tirk a dagirker her ku diçe destdirêjî û binpêkirinên xwe yên li ser sînor zêdetir dike. Nexasim ji 28ê Cotmehê û vir de herêma Kobanê û Girê Spî bi çekên giran û topan bi awayekî giran hate hedef girtin. Her wiha li herêma Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Qamişlo rasterast sîvîl bûn armanca êrîşan. Li Kobanê balafirek bêmirov ya artêşa Tirk a dagirker hate desteserkirin.

Di encama êrîşan de 2 şervanên Erka Xweparastinê û keçikek 6 salî ya bi navê Sara Mistefa şehîd ketin, şervanek Erka Xweparastinê û 4 hemwelatî birîndar bûn. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan van êrîşan.

3. Encamên operasyonên ku ji aliyê Yekîneyên Antî-Teror û Tîmên Operasyonên Leşkerî ve li dijî DAIŞ û şaneyên veşartî hatin li darxistin wiha ne;

– Yekîneyên me li dijî DAIŞ’ê li herêma Cizîrê di dirêjahiya meha Cotmehê de 5 operasyonên serkeftî li dar xistin

– Tîmên Operasyonên Leşkerî 34 operasyon li dar xistin

– Di operasyonan de 3 jê biyanî, bi giştî 90 endamên DAIŞ’ê hatin girtin

– Di encama operasyonan de 3 jê bi MIT ve têkildar, bi giştî 13 hewldanên êrîşan vala hatin derxistin.

– Di encama operasyonan de berpirsiyarê koma çete ya bi navê El Hemze û çeteyek DAIŞ’ê hatin kuştin.

– Di encama operasyonan de yekîneyên me 2o kalaşnîkof, 1 tabanca, 1 dûrbîn, çend şarjor û mîqdarek cebilxane bi dest xistin.

4. Di nav meha Cotmehê de 4 rêhevalên me di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de, hevalek me di encama nexweşiya dil de û hevalek me jî di encama qezayek de şehîd ketin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê
3’ê  Mijdarê  2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …