emleya Rizgarkirina Reqayê: Sûk El-Hal jî azad bû

REQA – Şervanên QSD`ê Sûk El-Hal a bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Hemleya Rizgarkirina Reqayê di roja 26`an de bi hemû dijwariya xwe didome. Di çarçoveya vê yekê de, şervanên QSD`ê Sûka El-Hal ku li aliyê rojhilat  ê Reqayê dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha şervanan li derdora sûk El-Hal çend avahiyên stratejîk ji çete rizgar kirin.

Nûçegihanê me raghandin ku di şerê li Sûk El-Hal û derdora wê de 2 jê sekvan, 9 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û termê wan jî kete destê şervanan. Her wiha çeka B7, Hawan 80m û depoyeke çêkirina hawana li Sûka El-Hal kete destê şervanan.

Li taxa El-Qadîsiyê  û El-Diriyê yên aliyê rojava yên Reqayê, di encama şer de 13 çete hatin kuştin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …