Emê Her Kêliya Jiyanê Bi Sozdariya Ji Doza Şehîdan Re Bijîn

Emê Her Kêliya Jiyanê Bi Sozdariya Ji Doza Şehîdan Re Bijîn

Ji bo parastina tevahî nirxên azadiya gelan me gelek berdêlên giranbiha dan. Her yek ji hevalên me yên şehîd di oxira  azadiya gelan de canê kirine berdêl û her kêliya jiyana xwe jî bi îdeala jiyaneke wekhev û azad jiyan kirin û di rêka vê armancê de jî tekoşîneke bêeman dane meşandin.

Şeva 15’ê Adarê dema ku hevalên me  ji bo erkekî taybet berê xwe dan bajarê Silêmaniyê a Başûrê Kurdistanê, ji ber şert û mercên hewayî di encama qezaya helîkopterê de 9 hevreyên  me gêhiştin asta şehadet ê. Hevrêyên me Şervan Kobanê,Dîdar Dêrik,Rojeng Rifat,Feraşîn Baran,Xebat Dirbêsiyê,Doxan Efrîn,Harun Rojava, Hogir Dêrik û Koçer Dêrik li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê tekoşîneke bê eman dane meşandin. Her hênaseya ku girtin bi fedakariyeke mezin kirin bin xizmeta serxwebûna gelê xwe. Her yek ji hevrêyên me yên şehîd ji zarokên vê axê bûn ku kesayetê xwe di nava şoreşê de ava kirin û bi tecrûbeyên ku di nava şoreşê de bi destxistin bûn xwedî seknên werek.

Hevrêya me Dîdar bi rihekî fedayî û bi sekna xwe ye dilnizim hemû erkên xwe yê şoreşgerî bi avayekî serkeftî pêkanî. Hevrê Dîdar  dema ku DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir ji bo gelê ji qirkirinê biparêze beşdarî nava refên azadiyê bû. Ji berxwedaniya dîrokî a Kobanê heta Baxoz di hemû pêngavên li hemberî  DAIŞ’ê hate meşandin de,  bi rihekî fedakar û bi sekna jin ya pêşeng cihê xwe girt. Heval Dîdar ji bo her bihûsteke axa welat  ji dagirkeriyê xilas bike, xwedî îddayeke mezin bû. Rûxmî hevalekî brîndar jî bû lê tu car xwe ji eniyên şer qût ne kir. Bi îdîdayekî mezin di profesyoneltiya şerê li hemberî dagirkeriyê de lêhûrbûneke kûr kir û bi vê biryardariyê jî cihê xwe di nava Yekîneyên Antî Teror de girt.

Hevrêya me Rojeng û Feraşîn jî di temenekî ciwan de berê xwe dan nava refên azadiyê. Hevrê Rojeng weke jineke ciwan li hemberî dagirkeriya li ser Efrînê, berê xwe da nava refên azadiyê. Di demeke pir kûrt de hem di warê leşkerî hem jî di warê birdozî de xwe pêşxist û cihê xwe di nava Yekîneyên Antî Terorê de girt. Bi kesayeta xwe ya pêşeng ve ji bo parastina nirxên azadiyê weke  sembola rihê jinên ciwan heta kêliya xwe ye dawî jî bû xwedî kedeke mezin. Hevre ya me Feraşîn Baran jî di nava malbateke welatparêz a Dêrikê de mezin dibe û dilê wê herdem ji bo evîna lê dide û bi vê armancê jî her kêliya jiyana xwe dixe bin xizmeta parastina destkeftiyên şoreş ê. Di nava Yekîneyên Antî Terorê de jî bi sekna xwe ye bi pîvan di profesyoneltiya şerê azadiyê de dibe xwedî lêhûrbûneke kûr.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin ji malbatên hevrêyên xwe yên şehîd û ji tevahî gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin û em soza mezin kirina tekoşîna xwe nû dikin. Emê her kêliya ku hênaseya dikşînin da bibin şopdarê doza hevreyên xwe yên şehîd.

Nasnameya Hevrê Me Wiha ne:

Nasnav: Dîdar Dêrik

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Efrîn – 2014

Cih û Dîroka Şahadetê: Başûrê Kurdistanê – 15.03.2023

 

 

 

 

Nasnav: Rojeng Rifat

Nav û Paşnav: Pervîn Bîlal Rifat

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Şehba-2020

Cih û Dîroka Şahadetê: Başûrê Kurdistanê – 15.03.2023

 

 

 

Nasnav: Feraşîn Baran

Nav û Paşnav: Nejbîr Mehmud Hemdo

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Dêrik – 2015

Cih û Dîroka Şahadetê: Başûrê Kurdistanê – 15.03.2023

 

 

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

18.03.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …