Em sersaxiyê ji malbata hevrê xwe Nûpel û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Ji Gelê Me Raya Giştî re

Tekoşîna me ya azadî û serxwebûna welat  roj bi roj geştir dibe û çi dibe bila bibe, emê doza azadiyan gelan bi serkeftinê tacîdar bikin. Emê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û mayîn de kirina Şoreşa Jin ya Rojava tekoşîna xwe ye bêeman bê navber didomînin.

Hevrêya me Sena Elî bi nasnav Nûpel Tekoşer Dêrîk di sala 1999’an de li bajarê Dêrîkê ji dayik dibe.  Bajarê Dêrîka ya ku malavantiye gelek lehengên mezin ên tekoşîna azadiya gelan kir, bi vê çanda xwe ye welatparêz di nava şoreşa Rojava de jî bû wargeha keç û xortên leheng. Hevrêya me Nûpel jî di nava vê çanda berxwedêr de di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û  di sala 2018’an de tevlî nava refên YPJ’ dibe.

Hevrêya me Nupel weke jineke ciwan  di nava şert û mercên şoreşê de kesayata xwe ava kir û di nava şoreşê de bû xwedî kesayeteke pêşeng. Heval Nupel di demeke kurt de hem di warê birdozî hem jî di warê leşkerî de xwe pêşxist. Bi kesayata xwe ye jîr û jêhatî jî her kêliya jiyana şoreşgerî  bi wate jiyan kir.

Hevrêya  me Nûpel di dîroka 18’ê meha Çileya 2023’an de li Eyn Îsa di encama topbarana dewleta Tirk a li ser herêmê de birîndar bûbû û dihate derman kirin. Lê rûxmî hemû hewldanan jî nehate rizgar kirin û di dîroka 7’ê meha Sibata 2023’an de gêhîşt asta şahadat ê.

Tekoşîna me ya  li hemberî dewleta Tirk a dagirker heta dawiyê tekoşîneke mafdar e. Ji bo vê yekê jî her hevalek me yên ku şehîd dibin, sozdariya me parastina ax û welat nû dikin. Em di serî da sersaxiyê ji malbata hevrê xwe Nûpel û ji  tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em weke Yekiyên Parastina Jin emê tola hevrê yên xwe hilînin.

Nasnameya Hevrême wiha ye:

Nasnav: Nûpel Tekoşer Dêrik

Nav û Paşnav: Sena Elî

Navê Dayik: Taybet

Navê Bav: Ebdillah

Cih û Dîroka Şahadetê: 07.02.2023-Heseke

 

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

09.02.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …