Em rêhevalê xwe Hogir Bektaş ku di encama qirîza dil de şehîd bû bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Rêhevalê me Hogir Bektaş ku li bajarê Qamişlo xebat dida meşandin di 21’ê Cotmehê de li Qamişlo di encama qirîza dil de şehîd bû.

 

Ji bo parastina Şoreşa Rojava û nirxên ku hatine bidestxistin, di serî de gelê me yê Rojava, Bakurê Suriyê û ji her aliyê cîhanê ve mirovan berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê, ji bo bibin parçeyek ji şoreşê, bi rûmetî têkoşîn dane meşandin.

Yek ji hevalên me yên ku di nav têkoşîna ku em didin meşandin de rêhevalê me Hogir Bektaş ku di encama êrîşên dagirker a dewleta Tirk li ser gelê Kurd, êrîşên asîmîlasyonê û di encama polîtîkayên koçberkirinê a dewleta Tirk neçar maye koçî metropolên Tirkiyê bajarê Stenbolê bike. Rêhevalê me Hogir di dema agirê şoreşê pêket di sala 2011’an de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û tevlî refên me bûye. Di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de her tim li gorî rol û misyona ku şoreşê daye wê kar û xebat daye meşandin. Rûxmê mezinbûyîna temenê xwe, her tim li ser xwe maye bi coş û kelecan ji hevalên xwe re bûye mînak.

Rêheval Hogir di qadên bîrdozî, leşkerî û civakî de xebat daye meşandin, herî dawî jî li Qamişlo erk girtiye ser xwe. Rêhevalê me Hogir ku bi dilnizmiya xwe û kedkariya xwe, bi pêşxistin û kûrkirina birdozî de bibîr aniye. Wê rêhevalê me Hogir her tim ji aliyê hevalên xwe ve were bibîranîn û wî bîranînên wî di têkoşîna me de jiyan bike.

 

Em di kesayeta rêhevalê xwe Hogir de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di serî de ji malbata Golge û hemû gelê xwe re sersaxî dixwazin. Em soza pêk anîna xeyalên şehîdên xwe dûbare dikin û em ê ji bo wê têkoşînekî bê hempa bidin meşandin.

 

Nasnameya rêhevalê me yê ku şehîd ketiye wiha ye;

 

 

Nasnav: Hogir Bektaş

Nav û Paşnav: Omer Golge

Navê Dayik: Musfîka

Navê Bav: Îhsan

Cihê Ji Dayikbûnê: Stenbol

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 21’ê Cotmehê 2018’an

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê 

23’êb Cotmehê 2018’an

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …