Çavkaniyek ji Efrînê ji ajansa me re da zanîn ku dagirkeriya Tirikiyê ji welatiyên Efrînê yên dixwazin vegerin malên xwe miqdarek mezin pere dixwazin û îşareta vê yekê bi malbatên Mustefa Nasîf û Yûsif Bîlal kir.
Li gorî çavkaniyan; Mustefa Nasîf ji gundê Çeqlaya Navîn a navçeya Şiyê ye, Mustefa piştî topbaran û bombebarana Tirkiyê yên li ser gund li gel malbata xwe berê xwe dan bajarê Efrînê, dema xwest vegere mala xwe çeteyan destur nedane wî ku derbas bibe ta yek mîlyon û nîv Lîreyên Sûrî bide. Çavkaniyan destnîşan kirin ku beriya niha jî çeteyan 500 dolar ji Mustefa standibûn
Heman çavakaniyan destnîşan kirin ku ji ber pereyên ku çeteyan jê xwestiye bi Mustefa re tuneye niha di şikeftên gund dimîne.
Hate gotin ku artêşa dagirker malbatek çete li mala welatiyê bi navê Bîlal Teleb bi cih kirin, dema Bîlal xwest vegere mala xwe çeteyan jê xwestin du mîlyon Lîreyên Sûrî bibe da ku malbata çete ji mala wî derxîne. Ji ber ku ev miqdarê pere li gel Bîlan tune, niha li kavil gund jiyan dike.
Li aliyekî din ajansa ANHA‘yê navên hin welatiyên gundê Kurzêlê yên ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hatin revandin diyar kirin. Kesên hatin revandin ev in: Rengîn Îbo, Mustefa Eswed, Ibrahîm Ebdo, Ferzende Ebid, Ferhad Îbo, Ferhad Nûrî Îbo, Selah Henan Îbo û Ehmed Elo.
Ferzende Ebid û Selah Henan Îbo ev cara duyemîn ku têne revandin.