Efrîn…Hejmara şehîdên komkujiya Cilberê zêde dibin

EFRÎN – Hejmara şehîdên komkujiya  gundê Cilberê yê Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê bûne 10`an.

Duh balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Cilbirê yê Efrînê pêk anî. Di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 12 sivîlên din jî birîndar bûn. Her wiha hinek sivîl di bin enqazan de man. Lê ji ber gera balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser gund, ekîpên rewşên awarte nikaribûn cihê komkujiyê lêgerîn bikirina.

Beriya niha bi çend saetan ekîpên rewşên awarte cenazeyên du zarokên şehîd ên di bin enqazan de der xistin û ew anîn nexweşxaneyên Efrînê.  Nasnameya wan ev in: Samî Mihemed Hisên 16 salî, Ehmed Qidor Rehmano.

beriya niha bi saetekê jî ekîpên rewşên  awarte cenazeyê zarokekî din ku heta niha nasnameya wî nehatiye naskirin ji bin enqazan derxistin û anîn nexweşxaneyên  kantona Efrînê. Bi vî awayî hejmara şehîdên komkujiya gundê Cilberê gihîşt 10`an.

Xebatên lêgerînê din bin enqazan de dewam dike.

 

EFRIN-DITINA-ZAROKEKI-DIBIN-TOPBARANE-ETEYAN-DE (2) EFRIN-DITINA-ZAROKEKI-DIBIN-TOPBARANE-ETEYAN-DE (3) EFRIN-DITINA-ZAROKEKI-DIBIN-TOPBARANE-ETEYAN-DE (5)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …