Nûrî derbarê koçberiya xwe  axivî û wiha got: “Piştî ku gundên me ji aliyê navçeya Bilbilê ve hatin topbaran û bombebaran kirin, em neçar bûn ku ber bi navenda bajarê Efrînê ve koçber bibin. Paşê jî em neçar bûn ji navenda bajarê jî koçber bibin û niha em hatine gundên Til Qerah a Şehbayê da ku em zarokên xwe dûrî mirinê bibin.”

Nûrî, di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku piştî çend roj di ser hatina wan a gundê Til Qerah ku ne av û ne ceyran lê heye derbas bû, wî dikanek biçûk di nava bermahiyan de vekir û wiha got: “Ez di dikanê de sotemeniyê difroş im. Ez benzîn û mazotê bi buhayê 300 heta 250 lîreyan difroş im, kurê min di firotinê de alîkariya min dike.”

Nûriyê ku tevî malbata xwe bi dehezarên Efrîniyan re di rewşeke zehmet a koçberiyê de jiyan dikin got ku wê Efrîn serbikev  û hestî xwe bi van gotinan anî ziman: ” Berxwedana Serdemê ya Efrînê wê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên mal û milkên me talan kirin, wê serbikeve. Wa rastî derdikeve bê kî teroriste, diyar dibe ku êrîşkar ew teroristin. Em bi sebreke mezin li bendê ne ku Artêşa Tirk û çeteyên wê derkevin û em vegerin gundên xwe.”

Nûrî di dawiya axaftina xwe de  ev tişt anî ziman: “Divê Erdogan ji xaka me derkeve. Em ê vegerin bela hemû cîhan vê yekê baş bizane. Ez bang li NY dikin ku sînorekî ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ku mal û milkên me dizîn û talan kirin re dîn in.”