‘Efrîn dê bibe gora êrîşkaran.. em ê parastina wê bidomînin’

EFRÎN – Endamê Fermandariya YPG’ê Birûsk Hesekê got ku Efrîn dê bibe gora êrîşkaran eger rastî destdirêjiyekê were û destnîşan kir ku kêmpevçûn di axa Sûriyeyê de pêk nayê eger artêşa Tirkiyeyê jê dernekeve, nemaze ji ber ku ew alîkarê sereke ji terora di Sûriyeyê de ye.

Girêdayî mijara gefxwarinên Tirkiyeyê yên dagirkirina herêma Efrînê Endamê Ferandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Birûsk Hesekê di hevdîtinekê de diyar kir ku herêma Efrînê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê ve di dorpêçê de ye û rojane herêmê bi çekên xwe yên giran û hawanan topbaran dikin.

Tirkiye bi riya çapemeniya xwe derewan belav dike hewl dide êrîşên xwe rewa bike

Birûsk Hesekê di axaftina xwe de behsa çapemeniya girêdayî hikûmeta Tirkiyeyê kir û wiha got: “Tirkiye bi riya çapemeniya xwe derewan belav dike û hewl dide van êrîşên xwe yên li dijî herêma Efrînê rewa bike û tewanbariyan bi yekîneyên me ve girê dide. Lê her kes rastiya hebûna Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de nas dike ku armanca wê tenê ew e ku destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibe û hewl dide projeya federaliya demokratîk têk bibe. Lê bila Tirkiye û çeteyên girêdayî wê baş nas bikin  ku eger destdirêjiyê li herêma Efrînê bibin dê bibe gora wan.”

Pevçûn li Sûriyeyê kêm nabin eger Tirkiye jê dernekeve

Birûsk Hesekê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku evan civînên dawî ku ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re tên lidarxistin û Tirkiye jî dijberiya beşdarbûna şandeyên Bakurê Sûriyeyê dike, nîşan dide ku Tirkiye naxwaze pevçûn li Bakurê Sûriyeyê kêm bibin û berûvajî wê dixwaze alozî gurtir bibe û wiha domand: “Kêmpevçûn di axa Sûriyeyê de pêk nayên eger Tirkiye jê dernekeve, nemaze ji ber ku Tirkiye alîkarê sereke ji komên terorîst ên di Sûriyeyê de ye.”

‘Bi alîkariya gel û têkoşîna şervanan em ê parastina Efrînê bikin’

Endamê Fermandariya YPG’ê Birûsk Hesekê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yekîneyên wan parastina gel girtiye ser milên xwe û ti carî derfetê nadin hêzên derve ku dagirkeriya herêmê bikin her çiqas buhaya wê giran be jî û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku gel piştgiriya me dike û rihê berxwedanê di nava şervanan de çandiye, em ê parastina herêma Efrînê berdewam bikin û em ê hêza dagirker ji herêmê derbixînin. Serkeftin a me ye ji ber ku em xwedî maf in.”

Check Also

Ji Bo Bîranîna 12 Gulîmorên Alaya Xweser a Şehîd Zîlan

Me sozek dabû rêhevalên xwe yên şehîd, soza me ew bû ku ger derbaskirineke dijminê …