Ebû Xewla: Hêzên me di pêşevçûnên xwe yên li rojhilatê Çemê Firatê de bi israr e

 Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla êrîşên Rêjîma Sûriyê û Rûsya li ser hêzên wan bi êrîşeke dijminahî bi nav kir û got ku armanca vê êrîş pêşveçûnên şervanên wan ên ber bi çemê Firatê asteng dibr.

Balefirên şer ên Rêjîma Sûriyê û Rûsya di saetên sibehê de noqteyên QSD`ê yên rojhilatê çemê Firatê li nêzî herêma Sîna bombebaran kirin. Derbarê mijarê, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla ji ANHA‘yê re axivî û diyar kir ku êrîşên rêjîma Sûriyê û Rûsiya li dijî nuqteyên hêzên wan wê israra hêzên wan ên ku ber bi rojhilata çemê Firatê pêşve diçin, têk nebe. Ebû Xewla got: “Piştî êrîşan, hêzên me kargeha şekir û stasyona ceyaranê rizgar kirin, ev jî rastiya cesareta vê hêzê dide xuyakirin.”

Ebû Xewla da xuya kirin ku armanca Rêjîmê û Rûsya ji van êrîşan ew e ku pêşveûnên şervanan li dijî çeteyên DAIŞ‘ê asteng bike û moral bide çeteyan ên li hember berxwedanaiya şervanan derbeyan dixum.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewlê got ku 6 şervanên wan di bombebarana Rûsya û Hêzên Rêjîmê birîndar bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …