Ebû Xewla: Ciwanên Dêrazorê tevlî Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê dibin

DÊRAZOR – Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla tekez kir ku li herêmên bejahiya Dêrazorê ku di demên dawî de ji aliyê hêzên wan ve hatine rizgarkirin, bi  dehan ciwanên wan herêman tevlî Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bûne.

Di Pêngava Bagera Cizîrê de ku 9`ê Îlonê hate destpêkirin, şervanên QSD`ê gelek herêmên bejahiya Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Derbarê pêşveçûyîna şervanan li bejahiya Dêrazorê de, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, Ehmed Ebû Xewla axivî û destnîşan kir ku hêzên wan gelek noqte û herêmên stratejîk ên bejahiya Dêrazorê ji çeteyên DAIş`ê rizgar kirin û wiha pê de çû:”Bi pêşketinên hêzên me, çeteyên DAIŞ`ê roj bi roj bargehên xwe yên  sereke wenda dikin û êdî çete li bejahiya Dêrazorê ber bi têkçûnê ne.”

Ebû Xewla destnîşan kir ku hêzên wan bajaroka Mergedê xistine çemperê û şervan li wir derbeyên giran li çeteyan dixin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi lêv kir ku wekî her car çeteyên DAIŞ`ê ji bo rêgirtina li hemberî  pêşveçûyînên QSD`ê erebeyên bombebarkirî, çandina mayînan û êrîşên  xwekujî, pêk tînin û got:”Lê hemû rêbazên çeteyan li hemberî pêşveçûyînên hêzên me nabe asteng û şervanên me  roj bi roj bi pêşve diçin”.

Ehmed Ebû Xewla bi bîr xist ku her herêmekê ku ji çeteyan rizgar dikin, korîdorin bi ewle ji bo sivîlan vedikin û wan dighêjînin cihên bi ewle û wiha domand:” Hêzên me ji bo rizgarkirina sivîlan pir bi baldarî tevdigerin.”

Ebû Xewla tekez kir ku li herêmên bejahiya Dêrazorê ku di demên dawî de ji aliyê hêzên wan ve hatine rizgarkirin, bi dehan ciwanên wan herêman tevlî Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bûne.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla di dawiya axaftina xwe de bang li gelê bejahiya Dêrazorê kir ku dûrî navendên çeteyên DAIŞ`ê bin û berê xwe bidin korîdorin bi ewle ku QSD`ê ji bo rizgarkirina sivîlan, vekirine.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …