Ebû Xewla: Bi  rizgarkirina Zeviyê El-Umer çete hatin dorpêçkirin

 

DÊRAZOR – Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla da zanîn ku bi rizgarkirina Zeviyê El-Umer ê petrolê, çeteyên DAIŞ`ê di bejahiya  rojhilat a Dêrazorê de hatin dorpêçkirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9`ê îlonê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza xwe dewam dike. Şervanên QSD`ê di 22`ê cotmehê de Zeviyê El-Umer ê petrolê ku mezintirîn zeviyê petrolê li Sûriyê ye, rizgar kirin.

Derbarê rizgarkirina Zeviyê El-Umer û pêşketinên pêngavê, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla, ji ajansa me re axivî.

Ebû Xewla di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê li gundê nêzî Zeviyê El-Umer, zevî hate rizgarkirin.

Ebû Xewla got ku bi rizgarkirina Zeviyê El-Umer, çeteyên DAIŞ`ê li herêma di navbera bajaroka Siwer ta herêma El-Şehîl ku 6 Km li bakur-rojhilatê bajaroka El-Meyadîn dikeve, hatin dorpêçkirin.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla gundên ku hatine dorpêçkirin wiha rêz kirin: El-Bûez El-Dîn, Zîbiyan, El-Herîce, El-Bûfiryor, Ceyar û El-Besîr.

Ehmed Ebû Xewla got ku Pêngava Bagera Cizîrê wê sivîlên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de di demeke nêz de rizgar bikin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …