Ebû Adil: Em rê nadin ku kes Minbicê dagir bike

MINBIC – Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil got “Em ê heta kêliya dawî ji jiyana xwe parastina bajarê xwe bikin û em ê rê nedin tu kesî ku derbasî Minbicê bibe.”

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil têkildarî daxuyaniya Serokê Tirkiyê Erdogan ku ewê li dijî herêma Efrîn heta bajarê Minbicê û sînorê Iraqê operasyon ragihand, axivî.

Mihemed Ebû Adil got “Bi xwîna şehîdan me Minbic rizgar kir û em ê bi xwîna xwe û vîna şervanan heta kêliya dawî Minbic biparêzin û li hember her êrîşan em ê bibin mertal.”

Adil anî ziman ku ew ê rê nedin ku kes ku Minbic dagir bike û got “Artêşa Tirk artêşeke dagirkerî ye û ne jî hêzeke ku gel diparêze.”

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil diyar kir hêzên wan li herêmên li ser sînorê li beramberî artêşa Tirk û çeteyên wê li aliyê bakur û rojava xurt kirine û wiha got “Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi hemû hêza xwe amade ye bajar biparêze û dê li hember her êrîşên derve çi Tirkiyê be û çi jî çeteyên wê be bibe mertal.”

Ebû Adil di dawiya axaftina xwe de, peyameke da gelê Minbicê û got” Bila dilê rihet be, em destûr nadin tu hêzî ku derbasî xaka me bibe. Bi vîna ciwan û şervanên me yên di çeperên şer de em ê li ber xwe bibin. Wekî çawa Minbic bi xwîna şehîdan hate rizgarkirin, em ê heta kêliya dawî ya jiyana xwe wê biparêzin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …