General Mezlûm EBDÎ SERDANA SAZIYÊN LEŞKERÎ Û SIVÎL LI DÊREZORÊ DIKE

General Mezlûm Ebdî li ser serê şandeyek fermandarî ya QSD’ê, di nav de fermandar Newroz Ehmed û fermandarine ji Hêzên Ewlehiya Hundirîn cewleyek serdanê li ser gundewarê rojhilatî yê Dêrezorê ku di vê dawiyê de, çalakiyên soyqestê ku şêx û rûspiyên êlan bûbûn hedef, çalakbûna şaneyên DAIŞ’ê û aliyên din ên xwecihî û herêmî ku hewl dan qerebalixê li herêmê çêkin, çêkir.

Ebdî di cewleya xwe de bi çalakiyên civakî û sivîl ên cihêreng re civiya her wiha civîn ji her du meclîsên leşkerî û sivîl ên Dêrezorê re hatin lidarxistin, rojeva hevdîtin û civînan derbarê bûyerên li Dêrezorê qewimî ne û ci divê bê kirin ji bo herêm ji vê qerebalixê were dûrxistin bû.

Ebdî tekez kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve qonaxeke nû hewldanek gihîştina çareseriyeke siyasî li gor hêviyên gelê Sûriyê li gor biryara navdewletî (2254).

Her wiha şandeyê piraniya dozên li cem xelkê girîng in li Dêrezorê wek tevgera şaneyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyên xwecihî û herêmî tê piştgirîkirin, firsetên kar û ji nu ve bicihbûna hêzên leşkerî gotûbêj kirin.

Ebdî tekez kir ku armanca çalakiyên soyqestê xirakirina istiqrarê, çêkirina fitneya xwînî û belavkirina yekîtî û hezkirina di navber pêkhateyên herêmê ye, ji ber vê yekê QSD’ê bi israr e li ser karê tunekirina şaneyên DAIŞ’ê û bersivdayîna hemî hewldanên rêjîma Sûriyê ya çêkirina fitneyê.

Ebdî di dawiya cewleya ku du rojan dirêj kiriye de, destnîşan kir ku divê Meclîsa Sivîl ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi awayekî leztir kar bike, her wiha bangewaziya Hevpeymana Navdewletî kir ku berpirsyariyên xwe di piştgirîdayîna herêmê de bi cih bîne û guvaşê li ser aliyan ji bo dîtina çareseriyên siyasî li gor hêviyên hemî pêkhateyên Sûriyê bike.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …