Ebdî bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku binpêkirinên Tirkiyê rawestînin

Mezlûm Ebdî, bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku erka xwe bi cih bînin û meknîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê bibînin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha nivisî: “Destpêka vê hefteyê, dagirkeriya Tirkiyê rêvebera Desteya Parastinê dema ku erka xwe ya rojane li bajarê Eyn Îsayê bi cih dianî kir hedef. Di encamê ajokarê wê şehîd bû û alîkarekî wê birîndar bû. Ev yek peymanên 17 û 23’yê Cotmehê binpê dike.

Em bang li aliyên garantorên Stenbol û Soçî dikin ku erkên xwe bi cih bînin, nekanîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê û parastina niştecihên herêmê û karmendên rêveberiyê ji hedefên bizanebûn û bomdar bibînin.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …