Duh li Efrînê çi rû da?

EFRÎN/ŞEHBA – Şervanên QSD’ê êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li gelek aliyên herêma Efrînê şikandin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 3 çeteyên din birîndar bûn. Her wiha tankek û siwareyeke çeteyan hatin rûxandin.

Berxwedana serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 9’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê ku li seranserî herêma Efrînê rewşa berxwedanê dişopînin diyar kirin ku artêşa Tirk li gelek deverên sînor êrîş pêk anîn û hemû êrîşên çeteyên dagirker rastî bersiva şervanên QSD’ê hatin. Li gundê Elbîskê û girê Kevrê Ker ên girêdayî devera Reco, li gundê Hemamê yê devera Cindirêsê û li gundên Dîkmetaş û Qestel Cindo yên navçeya Şera pevçûnên dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên Tirkiyeyê de rû dan. Nûçegihanan ragihandin ku artêşa Tirk balefir û çekên giran di êrîşa xwe de bi kar tîne û welatiyên sivîl armanc digire.

Li devera Reco tankeke artêşa dagirker hate rûxandin û êrîşa çeteyan ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin. Li gorî çavkaniyekî leşkerî ya QSD’ê nêzî 50 cenazeyên çeteyan di nava zeviyan de mane.

Li devera di navbera gundê Bircik Silêman ê navçeya Şêrewa û Bazêrê yê girêdayî Daritizzê de şervanên QSD’ê balefireke keşfê xistin xwarê. Çavkaniyên leşkerî yên QSD’ê diyar kirin ku şevê din çeteyan hewl dan di navbera gundê Başemrê yê navçeya Şêrewa û bajaroka Qubtan El-Cebel a Idlibê de mayînan biçînin û şervanên QSD’ê ew hedef girtin.

Li kantona Şehba şervanên QSD’ê êrîşeke artêşa dagirker a Tirkiyeyê li nêzî gundê Til Medîq şikandin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û 3 çeteyên din jî li nêzî gundê Tiwîs birîndar bûn. Şervanên QSD’ê her wiha li nêzî gundê Herbêl siwareyeke çeteyan rûxandin.

Li gundên Cindirêsên û navçeya Şera weke Baziya, Çeqela, Axçelê, Tetera rastî bombebarana balefirên Tirkiyeyê hat û di encamê de ziyanên madî bi welatiyên sivîl bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …