Du şehîdên Reqayê li Girê Spî hatin definkirin

GIRÊ SPÎ – Bi sedan kesî cenazeyên 2 şervanên QSD’ê yên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, spartin axê.GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA1 ‫(149553666)‬ ‫‬

Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Zelîxe Ebdê û Hemdan El-Ebid, Endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Selahedîn Firat, Endamê Rêveber ê PYD Xalid Kute jî di nav de bi sedan şêniyên katnona Girê Spî cenazeyên şervanê QSD’ê Kemal Nûh (metîn Ronahî) û Enter El-Îs (Enter) ên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîdan a Mehmeûd El-Time ya li gundê Tenhûza derketin rê.

Beşdarên merasîmê alên QSD, YPG, TEV-Dem û Yekîtiya Ciwanên Ereb vekiribûn, he wiha bê navber diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re beriz dikirin. Li riya ketina goristanê girseya gel ji tirmpêlan daketin û cenazeyên herdû şehîdan li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan.GEDIM IBRAHIM

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê hêzên Erka Xweparstinê hate lidarxistin destpê kir û paşê Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Wehîd Ebulah axivî û got ku di serî de ew sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û gelê herêmê re dixwaze   û wiha dom kir: “Şehîdan bi tekoşîna xwe rojên xwe ji herêmên re anîn, ji ber vê yekê çek rakirin û parstina xwe me kirin.”

Di merasîmê de li ser navê TEV-DEM’ê Kedîm Îbrehîm axivî û wiha got: “Hêzên me yên leşkerî li dijî çeteyan şer dikin û parstina gelê me dikin. Em bi tekoşîna şehîdên xwe serbilind in.”

Piştî axaftin bi dawî bûn beşdaran bi diruşmeyan cenazeyên herdû şehîdan spartin axê.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …