Du rêhevalên me li herêma Hecîn gihiştin şehadetê

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Pêngava bidawîkirina terorîzmê li herêma Hecîn a ser bi Dêrezorê ve bi hemû dijwariya xwe didome. Pêngava ku tê wateya bidawîkirina zexta DAIŞ’ê ya li ser xaka Sûriyê, him di warê stratejîk û him jî di warê leşkerî de bi destkeftiyên girîng berdewam e. Şervanên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, bi pêşengtiya hêzên YPG û YPJ’ê pêşdeçûnên xwe li herêmê didomînin.

 

Di demên dawî de, çeteyên DAIŞ’ê, bi sûdwergirtina rewşa hewayî ya xirab û bahozan hewl didin êrîşan li dijî çeperên şervanên QSD’ê li dar bixin. Di encama vê de di demên dawî de herêma Hecîn bû cîhê pevçûnên giran.

Di dîroka 27’ê meha Cotmeh’ê de, li gundê Heql Omer, du rêhevalên me di dema ku bi erka xwe ya parastinê radibûn di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ketin.

Rêheval Argêş Girav ê ku di sala 2014’an de tevlî nav refên YPG’ê bû, ji pêvajoya Berxwedana Kobanê heya pêngava bidawîkirina terorîzmê ya li Dêrezor tevlî hemû pêngavên li dijî DAIŞ’ê bû. Heval Argêş di van pêngavan de di eniyên pêş de cihê xwe girt û bû xwedî tevlîbûnek mînak. Herî dawî di pêngava Hecînê de di asta fermandariyê de cîhê xwe girt.

Heval Zinar Çiya ku di destpêka pêngavê de di asta fermandariyê de erk girt ser milên xwe û têkoşiya, bi rêheval Argêş re di heman pevçûnê de şehîd ket.

 

Em weke YPG’ê û YPJ’ê, di şexsê her du rêhevalên xwe de hemû şehîdên ku di têkoşîna li dijî terorîzmê û parastina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şehîd ketine bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em soz didin emê xeyalên şehîdên xwe yên ku ji Kobanê dest pê kir, li Dêrezorê bigihînin serkeftinê.

 

Nasnameyên şehîdên me wiha ne;

Nasnav: Argêş Girav

Nav û Paşnav: Servet Karasu

Navê Dayik: Meryem

Navê Bav: Kerem

Cihê Ji Dayikbûnê: Colemêrg

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Cotmehê 2018’an – Dêrezor,  Heql Omer

 

 

Nasnav: Zinar Çiya

Nav û Paşnav: Erdal Özdemîr

Navê Dayik: Medîne

Navê Bav: Mistefa

Cihê Ji Dayikbûnê: Colemêrg – 1989

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Cotmehê 2018’an – Dêrezor, Heql Omer

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê

28’ê Cotmehê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …