Du malbatên Kazaxistanê li Dêrazorê hatin rizgarkirin

 

DÊRAZOR – Şervanên QSD’ê du malbatên ji Kazaxistanê ku li Dêrazorê di dorpêça çeteyên DAIŞ’ê de bûn, rizgar kirin û ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hatin pêşwazîkirin.DERAZOR-MALBATEN-KEZEXISTANI ‫(153158146)‬ ‫‬ (Large)

Du malbatên ji Kazaxistanê ku ji du jinan “Rovîna Ramêl û Rolîna Ramêl û 7 zarokên wan” pêk tê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve li bajarê Dêrazorê ji dorpêça çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Herdu malbat radestî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin kirin.

Rovîna Ramêl 30 salî ye û çar zarokên wê hene (sê kur û keçekê). Rovîna beriya 12 salan bi kesê bi navê Ebdilhemîd Ebû Îbrahîm re li Kazaxistanê zewicî ye. Ebdilhemîd Ebû Îbrahîm jî piştî demekê beşdarî nava çeteyên DAIŞ’ê bûye û berê xwe daye Sûriyeyê û beriya çend mehan li gundewarê Humisê ya Sûriyeyê hatiye kuştin.

Rolîna Ramêl jî 34 salî ye û sê zarokên wê hene (du keçik û kurekî). Rolîna beriya 11 salan li Kazaxistanê bi kesê bi navê Fîlos Ebû Îsmaîl re zewicî ye û ew jî beşdarî nava çeteyên DAIŞ’ê bûye û berê xwe daye Sûriyeyê û di pevçûnên Humsê de hatiye kuştin.

Hevserên van herdu jinan li Kazaxistanaê beşdarî nava çeteyên DAIŞ’ê bûne û paşê jî tevî malbatên xwe berê xwe dane Sûriyeyê.  Li gorî van herdu jinan wan qebûl nekiriye ku biçin Sûriyeyê lê hevserên wan zarok bi xwe re birine Sûriyeyê û ev herdu jin jî beriya nêzî sal û nîvekê neçar mane li pey şopa zarokên xwe biçin û hatine Sûriyeyê û di dawiyê de li bajarê Dêrazorê hatine bicihkirin.

Herdu jinan diyar kirin ku wan gelek caran hewldane zarokên xwe ji Dêrazorê birevînin, lê hewldanên wan bi ser neketine. Jinan dane zanîn ku herdu hevserên wan beriya çend mehan li gundewarê Humisê hatine kuştin, lê dîsa jî nikaribûn ji Dêrazorê birevin.

Di van demên dawî de piştî ku şer û pevçûn li bajarê Dêrazorê zêde bû û rewşa bajêr tevlîhev bû, şervanên QSD’ê herdu malbat ji dorpêça çeteyan rizgarkirin û radestî şervanên YPJ’ê kirin. YPJ’ê jî ji aliyê xwe ve herdû malbat wergirtin û li cihekî bi ewle bi cih kirin û zarokên wan jî parastin, heta ku cihê dixwazin biçin.DERAZOR-MALBATEN-KEZEXISTANI ‫(153158150)‬ ‫‬ (Large)

Girêdayî mijarê Rovîna wiha got: “Min ne xema kuştina hevserê xwe bû. Ji destpêkê ve min hewl dida ji Dêrazorê birevim, lê min nikarî.”

Rolîna jî destnîşan kir ku jiyana wê li Dêrazorê dojeh bû, nemaze her tişt li ser wê heram bû û wiha got: “Ez ji malê dernediketim û her tim me xwe bi reş pêçandibû.”

Şervanên YPJ’ê herdu malbat wergirtin û hemû pêdiviyên jiyanî ji wan re peyda kirin heta ku mijara herdu malbatan tê lêkolînkirn û cihê ku dixwazin bigihînin wir.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …