Du birayan soz dan bi hev re bin û heta şehadetê li ser soza xwe man

 

 

QAMIŞLO – Bi dildarî û bi rihê xwe li hemberî mirinê derketin, bi baldarî û bi coş jiyan kirin

cêwiyên hevûdu bûn, di parastina welat de şer kirin û di heman xendekê de şehîd ketin û li ser soza

xwe man.QAM-POTREA DI BRIAYAN LI REQAYE ŞEHIDPON (5)

Dem dema ku rondik tevlî nava tilîliyan bibin, dema ku hebûn nikare tiştekî bike yan bibêje, ji ber ku giştî serpêhatî bi rûkeniyekê bi dawî kirin û koç kirin. Li vir her dilopeke xwînê dara welat av daye bêtir bilind bûye. Her rihê şehîdekî qeydên dagirkeran şikandin. Her sêwiyek bi rondikên canê bavê xwe ku bi xwînê tacîdar bûye hatiye şuştin. Her dayîkek hêjî li ber derî li benda hevdîtinê ye.

Ehmed û Ahîn Azad Miheme du birayên hevûdu ne ji destpêka şoreşa Rojava ve di gelek eniyên berxwedanê de şer kirin û soza berxwedanê heta şehadetê dan.QAM-POTREA DI BRIAYAN LI REQAYE ŞEHIDPON (2)

Şervan Ehmed Azad binasnav Piling Amûdê di sala 1981’an de li bajarê Amûdê ji dayîk bû û şervan Ahîn Azad Mihemed binasnav Agirê Amûdê di sala 1983’an de li heman bajarî ji dayîk bû. Di nava malbateke welatparêz de ku ji destpêka salên 80’yî ve girîngî didan doza Kurdî jiyan kirin. Ehmed di nava endamên malbatê de 5 xurt û 3 keçan de kurê malbatê yê mezin bû û Ahîn jî yê sêyemîn bû û ji bo debara xwe bikin li bajarê Qamişlo jiyan kirin.

Di destpêka salên 80’yî de dema ku malbatê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir, 6 kes ji xizmên malbatê beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn û di salên cûda de yên 80’yî û 90’î de di pevçûnên li dijî artêşa dewleta Tirk şehîd ketin.

https://www.youtube.com/watch?v=SO02GWTycDc

Malbat bi eslê xwe ji bajarê Amûdê ye û di encama rewşa xirab de Azad Mihemed jib o debara malbata xwe bike neçar ma koçberî bajarê Qamişlo bibe. Li vir piştî demeke ne dirêj Azad jiyana xwe ji dest da û zarokên xwe sêwî li pey xwe hiştin.QAM-POTREA DI BRIAYAN LI REQAYE ŞEHIDPON (6)

Piştî ku bav jiyana xwe ji dest da, di wê demê de Ehmed kurê mezin di refa nehemîn a dibistanê de bû û di xwendina xwe de gelekî serkeftî bû û neçar ma dest ji xwendina xwe berde. Ehmed di bazarên sebzeyê û gelek karên din de de xebitî. Dema ku Ehmed vedigeriya malê birayê wî gelekî pê bibandor dibû ji ber ku giştî rojê dixebitî û qezenca wî têra debarê nedikir, ji ber vê yekê Ahîn jî neçar ma dest dibistana xwe berde û bi birayê xwe Ehmed re bixebite.

Her kes li hemberî biratî û dostaniya Ehmed û Ahîn matmayî diman. Sal derbas dibin û herdu bira dibin şahidên serhildana Qamişlo ya sala 2004’an. Di wê salê de ku destpêka serhildana kurdî li dijî dagirkeriya rêjîma Baasê bû û têde bi sedan ciwan hatin kuştin û hatin girtin. Di encama hovîtiya rêjîma Baasê de rê li pêşiya bi hezaran ciwanan hate girtin ku li bajarên xwe debara xwe peyda bikin.

Di sala 2005’an de malbat neçar ma ji bajarê Qamişlo koçberî paytexta Lubnanê Beyrûtê bibe û li vir jiyana xwe ji nû ve dest pê kirin. Ahmed û Ahîn bi du jinên ciwan ên bajarê Qamişlo re zewicîn. Piştî çend salan ji xebata li Lubnanê çirûska şoreşa Rojava dest pê kir û dilgermiya Ehmed û Ahîn livan û herdu vegeriyan Rojava û beşdarî şoreşê bûn da ku tola xwe ji rêjîma dewleta Sûriyeyê û dagirkeriya partiya Baas hilînin.QAM-POTREA DI BRIAYAN LI REQAYE ŞEHIDPON (1)

Di destpêka vegerê de xaniyek ji malbatên xwe re kirîn û herdu di sala 2011’an de beşdarî nava refên YXK’ê bûn. Di sala 2012’an de piştî ku têkoşer Serhed Qamişlo li bajarê Serêkaniyê şehîd ket soza xwe bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re nû kirin û beşdarî perwerdeyeke bi navê şehîd Serhed Qamişlo ya li gundê Hîmo ya girêdayî bajarê Qamişlo bûn.

Qedera wan ew bû ku herdu bi hevûdu re beşdarî gelek hemleyên rizgarkirinê bibin û cihê xwe di eniyên pêşîn ên berxwedana Serêkaniyê, Til Elo, Şedadê, Hol, Til Temir, Til Hemîs, Minbic û gelek eniyên din de bigirin û di hemleya wan a dawî de ya rizgarkirina bajarê Reqqa di 3’yê tebaxa 2017’an de şehîd ketin û beşdarî karwanê şehîdan bûn.

Bi kêmderfetên xwe çeka pumpaction kirîn û parastina bajarê xwe ji êrîşan kirinHajar Mihemed

Birayê biçûk Hejar Azad diyar kir ku wan hişt ku bi mirina bavê xwe bandor nebe ji ber ku ew herdu hem bav û hem jî birayên wî bûn. Hejar da zanîn ku herdu têkoşer weke ciwanên din jiyan nekirin û weke ciwiyan bi hevûdu re tevdigeriyan û wiha got: “Dema gel dest bi rêxistinkirina xwe kir û hêza xwe ya leşkerî bi navê YXK’ê ava kir herdu birayên min çeka pumpaction kiriyan û beşdarî xebatên parastina bajêr bûn û di wê demê de beşdarî gelek pevçûnên li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra li bajarê Serêkaniyê bûn.”

Di berbangê de peywendiya dayîka xwe kirin û gotin ku ew bi parastina axa xwe gelekî serbilind in

Hejar da zanîn ku beriya çend saetan ji şehadeta wan malbat di civatê de bû û herdu hevserên birayên wî li rex wî bûn û di wê demê de Ehmed û Ahîn peywendiya me kirin û me rûkeniya xwe bi wan re parvekirin û wiha ji dayîka xwe re gotin: “Dayê li me bibûre em bi te gelekî serbilind in em niha di eniyên şer de ne û em ji bo mirovahiyê şer dikin. Ji bîr neke ku em gelekî ji te hez dikin û eger em şehîd bikevin bila bala te li ser xwîşk û bira û zarokên me be. Dayîka min jî bi xwe nikarî û rondikên wê hatin xwarê û got hûn çi dibêjin ‘ji zarotiya we ve ez bi we serbilind im’.”

Hevbeşîbûna wan welatparêziya wan bû

Rondikên dayîka wan Eyşe Hesen tevlî nava rûkeniya Ehmed û Ahîn bûn. Ew ji bo malbatê bav û bira bûn, her tim bi hevûdu re bûn û heta dilopa xwîna xwe ya dawî di heman eniya şer de li ber xwe dan û her tim tişta hevbeş di navbera wan de welatparêziya wan bû.Aisha Hesen

Her tim digotin şehadest ji bo welat e

Hevsera têkoşer Ahîn Hêva Ebdulrehman diyar kir ku Ahîn ne tenê hevserê wê bû lê belê dostê wê bû û ew ti carî ji dostaniya wî têr nebûye. Di jiyana wan de dema ku vedigeriya malê gelekî alîkariya wê dikir. Hêva di wê demê de rewşa eniyên şer jê dipirsî û wî jî da ku hevsera xwe netirsîne digot: “Eniyên çi? Ez tenê li ser bendên kontrolê dimînim.”

Hêva bîranîneke şehîd Ahîn a di hemleya rizgarkirina Minbidê de bibîr tine û dibêje ku roja cejnê ya yekemîn bû û ez bi zarokê xwe yê sêyemîn ducanî bûm û beriya vegere eniyên şer wiha jêre got: “Hêva jiyan ne ya me ye, em mêvan in, ez nizanim kengî şehîd bikevim. Ji ber vê yekê daxwaza min ji te ew e, dema ev gotin kir min axaftina wî birî lê wî tişta di dilê wî de bû gotin, ‘eger ez ji hemleyê vegeriyam em ê navê zarokê xwe bikin Alan û eger ez venegeriyam navê min li wî bike’.”

Beriya ku xatirê xwe bixwaze ji min û zarokên min re malek kirî

Di hevdîtina dawî de xatirê xwe ji min xwest weke ku dizanîbû ew careke din venagere, Hêva got ku wê ne dixwast vegere, piştî ku malek kirî û çû û venegeriya.

Netirse dema ez şehîd bikevim tevger li rex te yeShinda Aladdin

Hevsera têkoşer Ehmed Şînda Eladdîn diyar kir ku şehîd Ehmed dema ku vedigeriya eniyên şer gelekî bi coş bû û dixwast jêre bêje çima dema tu diçî şer tu bi kêf diçî? lê nexwest şahiya wî bişkîne.

Di hemleya Reqqayê de navên xwe guhertin da ku di heman eniyê de bimînin

Şehîd Ehmed ku serkêşiya komekê dikir piştî ku bi dehan deverên Rojava ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin ji komê derket. Di destpêka hemleya rizgarkirina Reqqayê de Ehmed û Ahîn ji fermandariya xwe xwestin ku ew dixwazin beşdarî hemleyê bibin, lê fermandariyê daxwaza wan qebûl nekir ku herdu bira di heman eniyê de şer bikin. Paşê Ehmed ji Ahîn xwest ku vegere nobedariya xwe lê Ahîn razî nebû. Piştre herduyan navên xwe guhertin da ku bi hevûdu re beşdarî hemleyê bibin û armanca xwe pêk anîn. Ew herdu di xalên pêşîn ên eniyê de bûn. Di serê sibehê de pişt ku efsaneyên dîrokî bi xwîna xwe nivîsandin, nûçeya şehadeta wan hat.

Ew herdu weke cêwiyan bi hev re bûn, bi hev re beşdarî nava xebatên parastinê bûn û bi hev re şehîd ketin

Bi dilsoziya xwe muhra xwe li dîrokê xistinMurad Maskanî

Hevalê herdu şehîdan Idrîs Murad Meskenî diyar kir ku tevî ew ji wan herduyan mezitir bû, lê her tim şêwra wan dixwast û da zanîn ku piştî Ehmed û Ahîn ji Lubnanê vegeriyan xwestin ku ew komeke parastinê ava bikin û şehîd Ehmed serkêşiya koman wan kir û perwerdeya wan jî kir. Di wê demê de welatiyên Kobanê li dijî rêjîma Baasê rabûn û wan jî amadekariya xwe li dijî rêjîma Baasê li Cizîrê dikirin. Meskenî diyar kir ku ew bi hevûdu re beşdarî rizgarkirina herêma Cizîrê ji rêjîma Baasê bûn.

Di 11’yê tebaxa 2017’an de merasîma oxirkirina cenazeyên Ehmed Mihemed Azad binasnav Piling Amûdê û birayê wî Ahîn binasnav Agirê Amûdê ji aliyê hezaran welatiyên bajarê Qamişlo ve hate lidarxistin û bi tilîliyên dayîkan û sozdariya hevserên wan hatin oxirkirin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …