REQA- Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nexweşxaneya El-Wetenî ya Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û hîna li derdora lîstgiha El-Beledî şer didome.
Şervanên QSD`ê nexweşxaneya El-Wetenî ya Reqayê rizgar kirin û di encama şerê ji duh êvarî destpêkirî û heyanî saetên sibehê berdewam kir de 22 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Li derdora lîstgeha El-Beledî jî pêşveçûna şervanan didome.
Gurûpeke taybet a QSD`ê destbi paqijkirina mayînên li nexweşxanê û derdora wê kirin.
https://www.youtube.com/watch?v=pDUyGrt8NaA