Rêwî me di rêya evînê de û dimeşim bi evîndaran re
Her kêlî ked dixwaze weke temenê biharê
Vaye! Ji xwe ev e ya ku gotina rêheval bi wate dike
Rêyek bifikire! Bêdem, bênavber, bêdawî
Her tim meş dixwaze, meşa bêdawî
Lê bi hêz, rast, cengewarî û canagorî
Ji ber wê ye ku şopa wan dimîne li rê û dibe dîrok
Ya rast çîroka çar perperîka her tê jiyîn
Û ev ezmûn her berdewam e
Ez rihek im
Tenê rihekim kombûna hemû rihan
Tarî û ronahî me ez
Kî dixwaze rastî bibîne, nas bike?
Ger berdêla vê di şewatê de helandin hebe jî.
Lê dijware dem, bê westan e
Ez dewranek dijîm ku dibe destan
Perperîkim ez
Tenê ronahî min dikşîne
Pîroze ji bo min agir
Ji ber ku rastî di wir de nîşane
Rastî; govend û dîlane
Ez, evîndarim, evîndar
Kî dikare min rawestîne êdî
Min, kuştiye jiyana koledar
Êdî ez herikînim; bi dem, ba û avê re
Wê êdî şerm bikin dijminê min
Ez Ronahî me, Ronahiya Rojhat
Meşek bi coşim, bi min re nû dibe jiyan
Awirek şînim, li zarokên bêkes dinêrim
Ji bo wan nêçîrvan û sekvan im.
Îro jî tîrêjek im li asîmanê Kobanê
Di govenda nemiran de ketim dîlanê
Rihê min geş û kêfxweşe
Wê stêrk jî bibarin li şûna baranê
Ji bo şehîd Ronahî Rojhat