Di topbarana li ser Efrînê: Yek şehîd û 5 sivîl birîndar di nav de 2 zarok

 EFRÎN – Di topbarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser navenda  bajarê Efrînê  de sivîleke şehîd bû û 5 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh bi şev ve hetanî vê kêliyên bi obusan navenda bajarê Efrînê topbaran dike.

Di encama topbaranê de,  sivîk ku nasnameya wî nehate diyarkirin şehîd bû û 5 jî birîndar bûn.

Navê birîndaran, Serdar Mustefa (25), Melek Mustefa (3), Luqman Bekir (46), Nûrî Ehmed (40), Endnan Seqî (17).

Birîndarên ku rakirine nexweşxaneyên bajarê rewşa wan baş e.

 

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …