Di topbarana artêşa dagirker de welatiyekî 50 salî birîndar bû

EFRÎN – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Hemamê yê girêdayî herêma Cindirêsê de,  welatiyê bi navê Ehmed Sebrî yê 50 salî birîndar bû.

EFRIN-BIRINDAREN-SEVIL (2)

Bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê li ser Efrînê dewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker îro gundê Hemamê ya herêma Cindirêsê topbaran kir û di encamê de welatiyekî sivîl Ehmed Sebrî Kendî yê 50 salî  bi giranî birîndar bû. Şêniyên gund ew rakirin nexweşxaneya Avrîn.

Li gorî bijîşkan rewşa Ehmed xeter e.

Ji saetên zû yên sibê heta niha  du jê zarok sê sivîl birîndar bûn û dayîka Sewsen jî şehîd bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …