Di taxa Qadisiye de tunela çeteyan hate ruxandin

REQQA – Şervanên QSD`ê di taxa Qadisiyê de tunela çeteyan ruxandin.REQQA-DITINA-XENDQKE ‫(1)‬ ‫‬

Şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ya di bajarê Reqqayê de didomînin. Şervanan di taxa Qadisiyê de tunela çeteyan rûxandin. Di vê navberê de di taxê de şerekî dijwar di navbera şervanên QSDʹê û çeteyan de rû dide.

Çeteyan êrîşî noqteyên Hêzên QSDʹê yên di taxê de kirin, êrîş di riya tunela ku taxa Qadisyê bi 2 taxên din ve girêdide pêk anîn. Şervanan êrîş şikandin û tunela çeteyan jî ruxandin.

Tunela ku çeteyan tê re êrîş pêk tanîn, bi firehbûna 2 metreyan û kurbûna wê dighîje 3 metreyan û bi turên tijî ax hatibû girtin, bi textan jî hatibû xurtkirin.

Çeteyên DAIŞʹê di nava taxên Reqqayê de bi dehan tunel kolandine, di riya wan tunelan re êrîşî noqteyên şervanan ên di taxên rizgarkirî dikin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …