Di şerê duh de 7 jê sekvan 27 çete hatin kuştin

REQA – Li taxên bajarê Reqayê şer diqewime û duh jê 7 sekvan 27 çete li du taxan hatin kuştin

Hemleya Rizgarkirina Reqayê di roja 83`emîn de didome. Di vê çarçoveyê de duh bi şev li aliyê rohilatî yê bajêr li taxa Reqaya Kevin şer derket û di nav de 4 sekvan 15 çete hatin kuştin, şer heta niha didome.

Li rojavayê bajar jî li taxa Nehda pêşketina şervanan berdewam e û li wir jî şer qewimî, di encamê de 12 çete di nava wan de 3 sekvan hatin kuştin.

Li heman alî li taxa Mirûr şer rû da, lê encameke zelal nehat bidest xistin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …