GIRÊ SPÎ-Akademiya Şehîd Rojda Minbic a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê dewreya perwerdeyê bi navê “Gulan Qamişlo” bidawî kir.

Dewereya perwerdeyê bi tevlîbûna 31 şervanên YPJ`ê 45 rojan berdewam kir.

Di dewreyê de dersên birdozî û leşkrî hatin dayîn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê di roja 4`ê Nîsanê de roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û roja damezrnadina YPJ`ê pêk hat. Merasîm li akademiyê hate lidarxistin.

Hejmarek ji fermandarên QSD, Fermandara YPJ`ê Zinarîn Qamişlo û bi dehan şervanên YPJ/YPG`ê beşdarî merasîma bidawîkirina deweryê bûn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Fermandara YPJ`ê Zinarîn Qamişlo axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir.

Zinarîn di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got “Em weke şervanên YPJ`ê yên azadîxwaz rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Rojbûna tekoşîna ji bio bidestxistina mafan e.”

Zinarîn Qamişlo di berdewamiya axaftina xwe de hemû şehîdên YPJ`ê bi bîranîn û soza şopandina riya hemû şehîdan heta dawiyê, da.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi dirûşmeyên bijî Rêber APO û bi xelekên dîlanan bidawî bû.

       

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ