Di roja 31’an a berxwedana serdemê de çi bû?

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku derbeyên giran ji berxwedêran xwarin, di roja 31’an a berxwedanê de hovîtiya xwe li dijî herêmê zêde kir û seranserî herêmê bi çekên giran armanc girtin

CindirêsêEFRIN-TOPRAN-2-300x225

Balefirên artêşa Tirk a dagirker navenda Cindirêsê û derdora wê armanc girt û êrîşên wan herî zêde li dijî gundê Hêkiçê bû. Di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û dagirkeran de li gundên Axçelê, Aşka rojava û  Dêwa jêrîn pevçûnên dijwar rû dan.

Şiyê

Di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û dagirkeran de duh ji serê sibê heta derengiya şevê li eniya gundê Merwaniyê şer pevçûn bê navbera berdewam kirin. Ji aliyekî din ve balefirên dagirkeran heman dever armanc girtin. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di encama pevçûnna de bi dehan êrîşkar hatin kuştin.

Helîkopterên dagirkeran saet di 19:30’an de malên sivîlan ên gundên Senarê û Anqelê armanc girtin.

Şera

Li derdora keleha Nebî Horî di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û dagirkeran de pevçûn rû dan. Dagirkeran bi çekên giran derdora bendava Meydankê armanc girtin.

Balefirên dagirkeran duh saet di 23:00’an de gelek gundên navçeya Şera û Mezara Şehîd Refîq a gundê Metîna armanc girtin.EFRIN-ZAROKEN-BIRNDAR-5-1-300x200

Reco

Li aliyên gundên Etmana û Hopka artêşa dagirker û çeteyên wê xwestin pêşve werin rastî bersiva şervanan hatin û di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bûn. Şervanên YPG/YPJ’ê li derdora gundê Hopka çalakiyeke bi bandor pêk anîn û di encamê de 20 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin.

Bilbilê

Şervanên YPG/YPJ’ê duh di saetên şevê de li dijî dagirkeran çalakiyek pêk anîn. Encamên çalakiyê nehatin zanîn.

Bajarê Efrînê

Bi armanca piştgiriya berxwedana serdemê ya Efrînê, bi sedan welatiyên bajarê Helebê berê xwe dan bajarê Efrînê, piştî ku welatiyan gihîştin Efrînê, artêşa dagirker bi çekên giran û balefiran hovîtiya xwe zêde kir û navenda bajarê Efrînê jî armanc girt. Saet di 22:00’an de dagirkeran taxa Mehmûdiyê û çerxeriya Cindirêsê ya bajarê Efrînê û derdora gundê Kefer Şîlê bi çekên giran armanc girtin.EFRIN-ZAROKEN-BIRNDAR-3-1-300x200

Di encama hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyan de li navenda navçeya Şêrewa Basûtê zaroka bi navê Heyfa Kilaho şehîd bû û 8 kesên din ji heman malbatê ku piraniya wan zarok bûn birîndar bûn. Li gundê Derwîş yê navçeya Meydankê jî welatiyê bi navê Rûstem Ehmed Cuma şehîd bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …