Di oxira 8 şehîdan de soz xwe nû kirin

 

EYN ÎSA – Şêniyên Êyn Îsa û Reqayê cenazeyên 8 şervanên di berxwedana Rqayê de şehîd bûn spartin axê. Şervanên ku tevlî merasîmê bûn soz dan ku dê heta dawî şopdarên riya hevalên xwe yên şehîd bin.EYNISA-OXIRKIRINA-CENEZEYIN-8-SEHIDAN ‫(272892420)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Herêma Firatê û bajarê Reqayê cenazeyê 8 şervanên QSD`ê yên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû, defin kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqa li ber avahiya Meclîsa Şaredariya Gel a bajarê Eyn Îsa kom bûn da ku cenazeyê şehîd Mistefa Saîd, Hesan Newaf (Ebû Hetaş), Mişel Ehmed(Alan Etşana), Mihemed Ehmed(Şêran Kobanê), Abdullkerîm Xelef(Ebû Welîd), Fadî Hisên(Eqreb), Abdullah Cemîl (Egîd Reqa) û Qûseyî Elî(Melaîka) werbigirin kombûn. Girseya gel piştî wergirtina cenazeyan bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîdên Reqa ya li gundê Hikûmiyê ya Reqayê.

Li riya ketina goristanê girseya gel cenazeyên şehîdên QSDʹê li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. LI goristanê merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtin destpê kir, paşê şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê rêzgirtina leşkerî lidar xistin. Di berdewama merasîmê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebû Ela axivî û got ku bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdn herêm ji çeteyan hate rizgarkirin.

https://www.youtube.com/watch?v=39BCqFExzqw

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Komîteya Têkiliyan yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş axivî û diyar kir ku bi saya berxwedana şervanên QSDʹ yên herêm rizgarkirine dibistan hatin vekirin û xwendin dîsa li Reqayê destpê kir.EYNISA-OXIRKIRINA-CENEZEYIN-8-SEHIDAN ‫(272892417)‬ ‫‬

Paşê Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyila Mistefa jî axivî û bang li hemû malbatên şehîdan kir ku li ser riya şehîdan û riya Netewa Demokratîk tekoşîna xwe bidomînin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Malbatan jî soz dan ku dê heta dawî şopdarên tekoşîn û berxwedana zarên xwe yên şehîd bin. Şervanên QSDʹê yên di beşdarî merasîmê bûn jî soz dan ku dê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin û tê riya wan bernedin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi diruşmeyan spartin axê.

 

 

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …