Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di roja 10`ê Cotmehê Yekîneyên Antî Teror (YAT) û Hêzên Koalîsyona Navnetewî li bajarokên Dişîşa û Suwar a herêma Dêrazorê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê operasyonek hevpar lidar xistin. Di encama vê operasyonê de 19 çete hatin girtin, gelek cebilxane jî hat desteser kirin.
Cebilxaneyê ku hatiye desteserkirin;
1 Doçka (12.5)
2 B-7
1 AK-47
1 M-16
1 Çekê sekvanî
1 BKC
3 bombe
Gelek fîşek û jarjor.