Di komkujiya gundê Gubelê de 10 kes windane!

EFRÎN – Hejmara şehîdên komkujiya gundê Gubelê ku duh derket 8`an, 10 kesên din jî ku li cihê komkujiyê bûn windane û tê payîn ew kes şehîd bûne. Xebatên lêgerînê di binê enqazan de dewam dikin.

 

Duh balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker li gundê Gubelê yê girêdayî Şêrawa komkujiyek derheqê sivîlan de pêk anî. Li gorî daneyên destpêkê 8 sivîl şehîd bûn û 7 sivîlên din jî birîndar bûn.

Li gorî şahîdên bûyerê li cihê komkujiyê 25 kes hebûn. Li gorî ekîpên rewşa awarte 10 kes windane û tê payîn ku şehîd bûne û cenazayên wan jî di binê enqazan de ne.

Ji aliyekî din ve jî, bijîşkan diyar kirin ku rewşa 7 sivîlên birîndar xeter e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …