Di hewldana şikandina dorpêçê de 40 çete hatin kuştin

REQA – Di encama hewldana çeteyên DAIŞ′ê ya şikandina dorpêçê û hedefgirtina noqteyên QSD′ê de, 40 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ′ê hewl dan bi awayekî veşartî derbasî taxên Meşleb, Sînaa û gundê Reqa Semra ku 3 km dikeve rojhilatê bajarê Reqayê bibin da dorpêça şervanên QSD′ê bişikînin û noqteyên şervanan hedef bigirin. Di encamê de li gund û herdû taxan şerekî dijwar rû, 40 çete hatin kuştin, erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan hat rûxandin û hejmarek cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.

Li van herêman şer didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

REQA-REWSA-SER ‫(1)‬ ‫‬ REQA-REWSA-SER ‫(1)‬

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …