Dİ GOVENDA AZADİYÊ DE

Di Govendê De Kesek

Ji bona her şoreşgerekê/î şoreş weke ezmûnekê ye. Şoreşa Rojava jî ji bona me tevahiyan ezmûnek bû. Kesê ku di perwerdeyê de xwêdan birijîne di vê ezmûnê de wê serkeftî be, lê eger berovajî vê be, weke ku Serokatî jî dibêje, wê xwînê birijîne. Mifteya yekemîn a vê ezmûnê xwe ava kirine.

Di ezmûnan de qûral û disiplîn ji bona me girîng  in. Kesên ku ezmûna xwe bi serkeftî xilas bikin wê di xeta Zîlan de bibe milîtan. Gelek milîtanên ku xwe di xeta Zîlan de gihandine bêdawî bûne hene.

Serê govendê bi kelecaneke mezin dikişand. Dema ku diket nava dorhêlekê bi tevahî hevalan re dikarî bide û bistîne, di heman demê de hebûn û nebûna wî di dorhêlê de dihat xuya kirin. Bi hemû hebûna xwe, xwe di oxira doza gelê xwe de dabû razandin. Tişta ku ji xwe re esas digirt rastiya Serokatî bû.  Rûkeniya wî ya mîna zarokan û dirustbûyîna wî bala min kişandibû.

Bi demê re dema ku min ew zêdetir nas kir min ferq kir ku milîtanekî mînak e. Li hemberî hevalên jin gelek bi rêzdar nêz dibû. Nirx dida nêrînê hevalên kêleka xwe. Tişta ku dihişt were hezkirin jî di aliyekî de ev rastiya wî bû, lê ne tenê bi vê re sînordar bû. Ş. Cûdî bi kesayeta xwe ya wêrek di nava dorhêlê de dihat naskirin. Di heman demê de bi hevaltî û jiyana hevaltiyê gelek girêdayî bû. Di her kêliya jiyanê de bi moral tevdigeriya. Şehadeta wî bandoriyeke pir mezin li ser me tevahî hevalan jî  kir. Lê rastiyeke wiha jî heye ku eger mirov piştî her şehadetekê xwe bi hêz neke mirov wê nikaribe tola şehîdan bi awayekî rast hilde.

Demsala biharê hat,  vê carê jî tu tune yî. Lê vê baharê ji bona min bi xeyalê te dest pê kiribû. Ji kurahiya dilê te de qêrînek dihat guhê min. Weke volkaneke mezin di dilê min de dibe hêrsa . Qêrînên azadiyê ji dilan de tên bihîstin. Ji bona ku em bi Rêber APO re jiyan bikin. Tu jî bû heqîqetên ku wê winda nebin. Di dilê me de her demê tuyê bijî. Qêrînên me ji bona jiyaneke azad bûn. Her mirovek xwedî hêvî ye. Hêviyên min ên ku ez her demê bi wan re jiyan dikim hene. Tiştê ku mirov bi jiyanê re dide girêdan jî ev hêviyên ku dawiya wan nayê. Ji bona doza pîroz gelek qehremanan canê xwe feda kirin, ji bona ku ez hêviyên wan pêk bînim xeyalê min jî ewe ku bi Rêber APO re ez govenda azadiyê bigrim. Hêviya min ewe ku ez kêfxweşiya çavê dayîka bibînim. Heta ku ez hêviyên we pêk bînim ezê her demê tekoşîna xwe bidim domandin. Ji ber ku tiştê mirov bi hêz dike baweriyên mirov ên ku her demê ji bona pêk anîna wan baweriyan  mirov jiyan dike û her demê di dilê xwe de mezin dike. Tişta ku min bi hêvî dike xwe gihandina şopa we ye.

Şehadeta her şehîdekî hêz dide mirovan. Pêwîst e mirov xwe bi hêz bike, ji ber ku eger watedayîna rast ji şehadetê re çênebe mirov wê demê wê nikaribe rast jiyan bike. Ew mîrasa ku we ji me re hiştiye xwedî li wan mîrasan derketin erkên me yên bingehînin.

Ji bona ku em mezin jiyan bikin armancên me her demê mezin in. Milîtantiya rast jî pêdivî bi vê rastiyê dibîne. Eger em wiha bikin emê wê demê di xeta APO’yî de gavên rast biavêjin û bibin hevalên rast ên bi Şehîdan re.

 

    Ş. Berîtan Denîz

 

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …