Di êrîşa Turnidê de 11 sivîl birîndar bûn

EFRÎN – Artêşa dagirker a Tirkiyeyê îro fûzeyek avêt gundê Turindê yê bi ser bajarê Efrînê ve û di encamê de 10 welatiyên sivîl birîndar bûn û piraniya wan zarok û temen mezin bûn.

Hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê ev 12 roj in bê navber li dijî welatiyên herêma Efrînê berdewam dike. Îro danê nîvroj artêşa dagirker fûzeyeke katyoşa avêt gundê Turindê yê bi ser bajarê Efrînê ve û di encamê de 10 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne:

“Mihemed Ehmed Elîko (75), Ekrem Elîko (45), Arhat Elîko (9), Emîne Ebdullah El-Ferec (50), Mihemed Ehmed Elîko (10), Gulê Mihemed Xelîl (40), Elî Ekrem Elîko (40), Izzet Şêx Mûs (58), Ebdo Mûsa Mûsa (11), Ehmed Şukrî Elî (39) û Helîme Ehmed Menkawî (70).”

Hemû birîndar li nexweşxaneya Avrîn tên dermankirin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …