Di encama topbarana li ser Efrînê de jineke koçber birîdar bûn

EFRÎN – Di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Racoyê jina koçber Roza Elî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker ji sibehê ve gundên girêdayî herêmên Raco û Cindirêsê yên kantona Efrînê bi tank û topan topbaran kirin. Topbarana arêtşa Tirk ne tenê ziyanên medî çêkirin, di topbarana li ser gundê Meydan Ekbis a girêdayî herêma Racoyê jina koçber Roza Elî (40) ya ji herêma Tik El-Deman a Helebê di destê xwe yê rastê de birîndar bû.

Roza Elî rakirin nexweşxaneya Avirîn. Bijîjkên nexweşxaneyê diyar kirin ku rewşa Roza baş e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …